Ajansa Kurdpa: piştî derbas bûna çend rojan li girtina wilatiyek Kurd,heya niha çarenivîsa wî ne xûyaye.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, heyamek beriya niha wilatiyek Kurd bi navê “Ebdulwehab Ferecî”xelkê “Serpêla Zehav”a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li bazara sînorî a Perwîz Xan ji aliyê hêzên Îttlatî ên komara Îslamiya Îranê hat binçav kirin.

Li gori rapora gihîştî bi nûçegihaniya Kurdpa ji aliyê wilatiyek haydar,li dema girtina ew hevwilatiyê Kurd heya niha, serbarî lêpirsîn malbata wî,tu zanîyariyek li ser cihê ragirtin û sedema girtina wî li berdest de niye.