Ajansa Kurdpa: Seva kevtina bargona malekê li Urmiyê de, hejimarek ji pişikdarên rê û resma dawetê hatin kuştin û birîndar kirin.
Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan berî niha li bajarokê “Terziliya”a bajarê Urmiyê seva kevtine xwar a bargona malekê bi ser hejimarek ji pişikdarên rê û resam dawetekê, kesekê bi navê “Îsa Kerîmî”kurê Simaîl û xelkê gundê “Gocar”a ser bi herêma Tirgeverê canê xwe ji dest da.
Rûdawa han li roja Çarşem berwar 6’ê Şibata 2013’an qewimiye û 10 kesên ji xelkê wî gundê bi xurtî birîndar bûne ku rewşa saxlemiya kesekê bi navê “Seyd Kemal Husêynî” kurê Syd Elî xirabe.





