Ajansa Kurdpa: Çelengek siyasî ê Kurd û xelkê bajarê Sinê seva zext û giwaşên hêzên ewlekarî yên Îranê bi neçarî ji welat derkevt.

Cehanbexş Ehemdî di hevpêvînek telefonî da bi nûçeya derkevtina xwe ji welêt piştrast kir û got: piştî serbset berdana min li zîndanê, bi berdewamî di bin çavidêriya hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî a Îranê de bûm û seva zext û gefên wan hêzên bi neçarî ez ji welat htime derê.

Çelengê siyasî Cehanbexş Ehemdî di berwar 8’ê Nîsana sala 2013’an ji aliyê hêzên ewlekarî ên delwta Îranê hat binçav kirin û di wî heyamî de bi tundî hatibû eşkence kirin.

Navbirî ji aliyê çiqa 1’ê a Serdozgeriya bajarê Sinê bi 6’salan hepsê hatibû mehkûm kirin ku li dadgeha pêdaçûnê de ev hikûm bo 2 sal zîndana tezîrî û 4 sal zîndana mayî hate kêm kirin û piştî derbas kirina 2’salan hat hazad kirin.

Cehnbexş Ehmedî ji dayîk bûyê sala 1984 û kurê Xefûr û xelkê gundê “Nigil”a ser bi bajarê Sinê ye ku li heyamê sale bihorî de yek ji çelengên Encumena Sewzî Çîya li bajarê Merîwanê bû.