Ajansa Kurdpa: bi armanca haydar bûn ji sebebê cêhêştina welêt û rewşa çelengên Xwendekarî û Ferhengî di nav zanîngehên Îranê de, me dîmaneyek taybetî li gel Ebbas Kakaeyî pêk anî.

Ebbas Kakeyî çelengê xwendekarî di hevpêvînek taybet bi malpera Kurdpa,ê’ ragehand: serbarê vê yekê ku xwendekarên Kurd di bizava xwendekarî nirxekî zaf dane, lê hertim di refa yekem a vê bizavê bûne û her çiqas seba rewşa ewlehî a zanîngehên Îranê, bizava han kêmreng bûye lê heya niha bizava han berdewame.

Kakeyî di bersiva nûçegihanê Kurdpa,ê li derheq rewşa çelengên xwendekarî di nav zanîngehên Îranê de ragehand: di nava zanîngehên Îranê de zûr bi kêmî îzna derçûn û bilav kirina bilavokên xwendekrî bi Kurdan dihê dan û her seba vê yekê bi awayekî pêwîst nikarin çelengiyan birêve bibin û tenê di kovara Newroz de çend babet bilav kirine kû bi du zimanên Kurdî û Farisî dihatin bilav kirin.

Ebbas Kakeyî got kû: li rêya rêxistina zanîngeha Tehranê li sala 1388 a Rojî bi awayekî çalak min pişkdarî li Bizava Kesk kir, çimkû ez di vê baveriyê de bûm kû bizava han dikare bibe bizavekî xelkî û azadîxwazane di Îranê de.

Ebba Kakeyî basê vê hindê kir kû, berwar 16 ê Sermaweza sala 1338 an ez û “Hejîr Kurd Nejad” ji alîyê defetra lêpirsîn a zanîngeha Tehran ê hatin girtin û di heyamê han de Sohrab Kerîmî çelengê xwendekraî di bin çavedêrîya dezgehên ewlekarî yên rejîma Îsalmîya Îranê de bû.

ev çelengê xwendekrî ragehand kû di heyamê kû hatibû girtin, ji alîyê hêzên rejîma Îranê bi awayekî gelek howane hatim eşkence kirin û piştî vê yekê bi 1 sal hepsê hatim mehkûm kirin û di berwar 5 ê Sermaweza sala 1389 an hatim azad kirin.

nav hatî di derheq sebebê cêhêştina welêt dibêje: piştî serbest berdana min, bi berdewamî ji alîyê hêzên Îttlatî ên rejîma Îranê dihatim gazî kirin û lêpirsîn ji min dihat kirin û her seba vê metirsiya ser jîyana min bi neçarî min welêt bi cî hêla.
“Ebbas Kakeyî “Çalakekê Xwendekarî ê xelkê bajarê “Qurwê”ye, Kakeyî xwendina Zanistên Mirovî li zanîngeha Tehranê tevav kiriye û bandorekî taybetî li çelengîyên sivîl û bilav kirina bilavokên Kurdî ên bajarê Qurwê de hebû.