Ajansa Kurdpa: Bi sedema viya ku Hêzên Ewlehî li pey Maşîna 2 Welatiyan ketibûn, ewna reviyan û maşîn vergeriya lewma her duyan Jiyana xwe ji dest dan.
Pêka Ajnasa Nûçeyiya Kurdpa, roja çarşembê 9’ê Tebaxê Hêzên Ewlehî ketin pey Maşîna 2 Welatiyên Kurd bi navên “Tehsîn Mihemmedî” û “Mistefa Îsar” li ser rêya “Riwanser” û “Selasê Bawecanî” û di encam de Maşîn vergeriya û her du welatiyên han Jiyana xwe bi sedema agir vêketina ji dest dan.
Rapora han bas ji viya dike ku ev du Welatî ji bo dahatekî mecbûr bibûn Gazoyîn bînin û bifiroşin.
Berîtir Hêzên Ewlehiye “Ciwanro”ê teqe ji Welatiyekî kirin û ev kes birîndar bû.
Hêzên Ewlehiye Komara Islamiye Îranê Zêdebarî teqe ji Kolberan, teqe ji Sivîlan jî dikin û pêka amarê Navenda Amara Kurdpa, di 4 heyvên derbasbûyî de 17 Welatiyên Sivîle Kurd bi teqeya rasterasta Hêzên Ewlehî li ser rêyan Jiyana xwe ji dest dane.





