Kurdpa: Hemwelatiyek Kurd xelkê Urmiyê li Zencanê de piştî vê ku ji aliyê çend kesên nenas ve bi derba kêran tê birîndar kirin, tê xendiqandin.
Perwîz Selamet temen 45 salî û kurê Xalis xelkê gundê Rewend a bajarê urmiyê roja 19’ê Xakelêweyê li bajarê Zencanê de kete ber êrîşa kesên nenas û canê xwe ji dest da.
Li gorî gotina yek ji xizmên navbirî Perwîz Selamet pareyek zaf li cem wî hebûye, renge ew pare ji sedemên êrîşa bo ser navbirî bin.





