Kurdpa: Dr. Mehmûd Erebû, Endamê rêveberiya Partiya Azadiya Kurdên Sûriyê ragihand ku Kurdên Sûriyê jî weke netewa Ereb ektîv in û li xwenîşandan de beşdar in, lê xwe ji tundûtûjiyan dûr dixin û bi awayek aştîxwazane beşdarî dikin, lê ragihandinên Erbebî çalakiyên bajarên Kurdakincî sansor dikin.

Dr. Erebû di hevpeyvînek ligel Ajansa Kurdpa herwiha zêde kir: "partî û aliyên Kurdî yên Sûriyê bo beşdarîkirin di şoreşa xelkê Sûriyê û pilan û rêyên pêşerojê, Civata Siyasî ya Kurdên Sûriyê li rêkevta 26..10.2011-an, li Qamîşlo ava kirine."