Kurdpa: Mihemed Sedîq Kebûdwend, Kurdê girtî yê çalak di warê mafê mirovan de piştî nexweşiya hundurî û serêşiya berdewam ber bi nexweşxaneyê hat veguastin.

Saziya Mafê Mirovan li Kurdistanê serbarê ragihandina vê zaniyariyê herwiha dibêje: " li gor gotinên malbata Sediq Kebûdeqwend, navbirî komek taqîkirinên pijişkî jêre hatine encamdan û birina wî bo nexweşxanê li ser daxwaza pijişkê yaayî bûye."