Kurdpa: Welatiye kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi navê Selah Reşîdî li zîndana bajarê Zencanê hat darvekirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, li Urmiyê Selah Reşîdî, kurê Zeîm û xelkê gundê Erbîla ya ser bi bajarê Urmiye bi tawana kirîn û firotina madeyên sirkere li girtîgeha Zencanê hat darvekirin.
Li gor gotina yek ji endamê malbata Reşîdî, çend demjimêran piştî îdamkirina navbirî, termê wî teslîmê malbata wî hatiye kirin.