Kurdpa: Jinek Kurd a temen 25 salî û akinciyê Herêma Kurdistanê 6 zarokên wê dibin û her şeş dimirin.
Malpera Xendan belav kir ku jina Kurd ya akinciyê bajarê Helebçe di nexweşxaneya bajarê Silêmanî de bi awayek ecêbmayî 6 zarokên wê dibin.
Lê zarokên wê bi sedema xirabûna rewşa tendurustî mirine.
Çavkaniyê herwiha eşkere kir ku rewşa tendurustiya jina 25 salî ber bi başî dimeşe.





