Kurdpa: Hêzên Ewlekarî yên bajarê Merîwanê sê kes di malbatekî de li herêma Sewlawa destbiser kirin.
Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Merîwanê, Elî Qadirî kurê Hacî Mehmûd û xelkê gundê Dizlî ya herêma Sewlawa ji aliyê hêzên ewlekarî yên bajarê Merîwanê ve hat destbiserkirin.
Nûçegihaniya me herwiha ragihand ku du kurên vî girtiyê jî bi navên Peyam û Peyman Qadirî jî berê ji aliyê îdareya Îtilatê ve hatibûn gazîkirin û destbiserkirin.
Malbata girtiyan çendîn caran serdana Îdareya Îtilatiya bajarê Merîwanê kirine, lê ji aliyê berpirsên vê navendê ve tu zaniyariyek derbarê girtina wan sê welatiyê kurd, bi wan nehatiye dan




