200 Ser ji hespên Kasibkaran ji aliyê hêzên Dewletê hatin talan kirin

14:18 - 4 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li herêma Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê dest bi ser 200 ser ji hespên welatiyên Kurd girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Înê berwar 3’ê Gulana 2013’an li encama bobebarana herêmên Sînorî 12 ser ji hespên welatiyên Kurd hatin kuştin û 200 ser ji wan hesp û malatan ji aliyê hêzên dewleta Îranê hatin zewt kirin.

çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Bombebarana han li nêzîk gundê Enbê a ser bi herêma Tirgewer a Urmiyê hatiye kirin û li encamp de 12 ser ji hespên kasibkaran hatine kuştin.

hêzên dewleta Îranê dest bi ser hejmarek zaf ji kel û pelên welatiyên Kurd girtine.

her div ê pêywendiyê de li herêma Serdeştê û li encama teqeya hêzên dewleta Îranê li kasibkarên Kurd, pitit ji 100 ser ji hesp û malatên welatiyên Kurd bi goleyên hêzên Îranê hatine kuştin.