Zext û givaşên hêzên Întizamî bo ser Kolberên Kurd dom dike

15:07 - 2 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê serbarî zewt kirina barên kolberan çend hespên Kolberan kuştine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê 2’ê Adara 2013’an hêzên Întizamî yên delwta Îranê li gundê “Şêx Sile”a ser bi bajarê Selasê êrişî ser karwanek ji kasibkarên vê herêmê kirin û pitir ji 50 barên kolberan zewt kirin.

çavkaniyek haydar li herêmê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Li encama teqeya hêzên delwtê de pitir ji 10 ser ji hespên kolberan hatin kuştin.

heyamek beriya nihajî hêzên Întizamî ên cêhgir li gundê “Şêx Sile”, êrişî ser gundêm herêma Selas û Bawecanî kirin û gotibûn wan ku eger li sînor nêzîk bin teqe ji wan dêbihê kirin û kes li hember wî karî de berpirsyar nine.