Welatiyekî Kurd ji girtîgeha bajarê Şinoyê bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:47 - 1 Tebax 2021

Roja Çarşemî 6`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Haşim Xuran”, xelkê gundê “Aliyan” ê li devera “Deştebêl” a ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirina wî ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatiye azad kirin.

“Haşim Xuran” li heyama binçavkirinê ji “despiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin û heya niha, ji sedebma binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Roja Pênşemî 3`ê Pûşperê, hêzên ewlehî êrîş kiribûne ser gundê “Aliyan”ê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Haşim Xuran” binçavkiribûn û navbirî bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina “Haşim Xuran” de mala wî jî vekolîbûn û hinek ji keresteyên wî yên kesîn digel xwe biribûn.

“Haşim Xuran”, piştî bi dawîhatina heyama lipêrsînê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.