Welatiyek Kurd Piştî Derbazbûna Du Heftiyan, Hêj Di Çarenivîsek Nediyar De Ye

12:07 - 11 Kanûna Paşîn 2012
Kuyrdpa: Zahîd Rostempûr, akinciyê beşa Qeremûsalî ya Bokanê ku du heftiyan beriya niha ji aliyê hêzên întizamî yên komara Îslamî ya Îranê bi buxtana hevkarîkirin ligel yek ji opozisiyonên Kurdî yên Îranê hatibû girtin û ber bi destbisergeha îtilatê hatibû şandin, hêj di çarenivîsek ne diyar de ye.

Nûçegihanê Ajansa Kurdpa serbarê dana vê zaniyariyê herwiha dibêje: \" heta niha çendîn caran malbata Rostempûr bo zanîna rewşa kurê xwe yê 27salî, serdana îdareya îtilaata bajarê Bokanê kirine, lê tu hewal û zaniyariyek nekarîne bidest bixin.\"

Hêjayî gotinê ye ku Zahîd mehek beriya niha bi tawan hevkarîkirin ligel yek ji opozisiyonên Kurdî yên Îranê hatibû destbiserkirin, ku piştre bi danîna rehîna 20 milyon tûmenî bi awayek demkî hatibû azadkirin.