Serok Wezîrê Tirkiyê Tekez Li Ser Girtina Endamên B.D.P Kir

16:20 - 8 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Serok Wezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan tekez kir li ser berdewambûna girtina endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (B.D.P).


Malpera Sibey belav kir ku Serok Wezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdexan serbarê gefxwarin ji ew rojnamevan û rewşenbîrên ku derbarê girtina endamên B.D.P nûçe û zaniyariyan belav dikin û vê karê mehkûm dikin, ragihand ku girtina endamê B.D.P dê her berdeam be.

Erdoxan li ser vê bawerê ye ku Partiya Aştî û Demokrasî (B.D.P) saziyek nepenî ye û tayê sivîl ya Partiya Karkerên Kurdistanê (P.K.K) ye.

Li gor serjimêriyên ku ji aliyê dezgehên ewlekarî-leşkerî yên hikûmeta Tirkiyê belav bûne ji sala 2009-an ve heta niha 700 kes bi tawana hevkarîkirin ligel B.D.P hatin destbiserkirin.