Sê welatî li bajarê Mihabadê hatine binçavkirin

19:07 - 13 Îlon 2021

Sê welatiyên Kurd ên bi navên “Husên Dûdkanlû Mîlan, Şaho Ehmedî û Zahir Rûzxûn” xelkê gundê “Kosekerêz”ê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

“Husên Dûdkanlû Mîlan û Zahir Rûzxûn” roja Yekşemî 7`ê Xermananê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û heftiyekê piştî binçavkirina wan du welatiyan, “Şaho Ehmedî” jî hate binçavkirin.

Heya niha li peyketinên malbatên wan sê welatiyan bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan  sê welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.