Raporek li derheq rewşa girtiyekê siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de

16:56 - 8 Çirriya paşîn 2020

Girtiyekê siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de yê bi navê “Husên Ebdulahzade” 32 salî û kurê Ebubekir xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi 1 sal û 4 mehan hepsa te`izîrî hate cezadan.

Ew welatiyê siyasî 8`ê Banemera îsal bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û 10`ê Banemerê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê xelkê bajarê Şinoyê piştî 14 roj ragirtin li girtîgeha bajarê Urmiyê di taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de hate dadgehîkirin.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 1 sal hepsa te`izîrî û bi tohmeta “derbasbûna ne yasayî li sînor” bi 4 sal hepsa te`izîrî ceza dabû.

Ew welatiyê Kurd heya dema dadgehîkirinê ji “destpêregihîştina bi parêzer” bêpar bû.

“Husên Ebdulahzade” cezaya xwe di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de derbas dike.