Qutbûna Înternet û hikûmet nizamî di Kurdistanê de didom e

16:01 - 19 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Piştî ku nerizayetiya xwenîşandana di Rojhilatê de berfirehtir bû, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bona pêşîgirtin li nerazîtiyan di bajarên Kurdistanê de cêhgir bûne.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên Spaha Pasdaran û hêzên leşekerî, bo serkutkirina neraziyan, di rewşa amadebaşiyê de ne, û rewşa ewlehiyê di nan Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir bûye.

Nûçegihanên “Kurdpa”yê, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, di raporên xwe de ragihandine: “Hêzên Spaha Pasdaran û hêzên leşkerî, di cihên sereke yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de hatine cêhgirkirin, û pêşiya hatoçûya welatian digrin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, ji ser banên avahiyên hikûmetî ve, hevwelatiyên nerazî didine ber gulleyan.

Herwisa heya niha termê şehîdan, bi malbatên wan re nehatine danê, û di serdxaneyan de ragirtine.

Herwisa Spaha Pasdaran, gef ji navendên pizîşkî yên Kurdistanê xwariye ku, bi bê cewaza pizîşkî, xwe li derman û dermanên birîndaran biparêzin, û pêka gotina çavkaniyeke agehdar, kesên birîndar ji aliyê Duktor û Peresdaran ve di nav malan de çareseriya dermanî bo wan têne kirinê.