Pêla binçavkirin û gazîkirina welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê gihîşte 91 kesan

17:20 - 30 Kanûna Paşîn 2021

Ji rêkevta 17ê Befranbarê heta 10ê Rêbendanê, pêlek ji binçavkirin û gazîkirina welatiyên Kurd li bajarên, Mihabad, Merîwan, Rebet, Sine, Bokan, Sewlava, Nexede, Pîranşehr, Seqiz, Kirmaşan, Şino,Ciwanro, Pawe û Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî ve dest pê kiriye ku hegera wê heye dîsan her berdewam be.

Ew core binçavkirine ya bi kom û serberedayî, serkuta sîstimatîkî ya çalakvanan li Kurdistanê, agehdarnebûn ji qedera wan û bin lêkolîn û êş û îşkenceya navendên ewlehî bo wergirtina îtirafa bizorê, dibe bi awayekî micid bê şermezarkirin û ji aliyê navendên navnetewî yên mafê mirov ve bê gengeşekirin.

Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Nûçegihaniya “Kurdpa”yê;

Di wê navberê de, 84 kes hatine binçavkirin û 7 kes piştî gazîkirinê bo îdareya Îtilaatê, lêkolîn digel wan hatiye kirin.

3 kes ji wan welatiyan yên bi navên: “Ferzad Samanî, Sûheyb Badrûc û Behmen Yûsifzade” xwendkar bûne”.

6 kes ji çalakvanên jîngeparêz jî ev in: “Dana Semedî, Kamran Mînûyî, Zaniyar Muitemêdî, Sîrvan Kerîmzade û Karo Elîdad û Cemal Qasimî”.

12 kes ji çalakvanên medenî û ferhengî jî ev in: “Şepol Xizrî, Salar Rehewî, Deriya Talibanî, Efşîn Mamehmedî, Sîrvan Nûrî, Ferhad Mûsapûr, Fireydûn Mûsapûr, Soran Mihemedî, Esrîn Mihemedî û Soran Husênzade, Erestû Melarehîmî û Mistefa Îlxanîzade”.

5 jin yên bi navên “Nesrîn Yezdanîpûr, Nazenîn Etabek, Melîhe Muradî, Semîra Ferehnakî û Îlham Yezdanîpûr”, bi tohmeta takbêjî li girûpa Mûzîkî ya jinên “Gilarîs” û beşdarî ji kilîpên piropagendeyî”, hatine binçavkirin.

1 kes çalakvanê kedkariyê bûye (Efşîn Îlahî).

Hejmarek zêde ji welatiyên ku hatine binçavkirin welatiyên medenî û hejmarek zêde yên derçûyê zanîngehê bûne.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirin û gazîkirina welatiyan bi vî awayê reftar digel wan kirine:

Hemû ew 91 kesane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û lêkolîn digel wan hatiye kirin.

Bi giştî 84 welatî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî hatine binçavkirin.

81 kes ji wan welatiyên binçavkirî, piştî binçavkirinê digel nexuyabûna qedera nerohn rû bi rû ne û  herwisa cihê ragirtina 75 kesan nexuya ye ku hejmarek ji welatiyên binçavkirî piştî çend rojan karîne digel malbata xwe peywendiya telefonî bigrin û ji veguhastina xwe bo girtîgeha ewlehî li bajarê Urmiyê û Sineyê, malbata xwe agehdar bikin.

34 haletên êrîş, vekolîn û hilûşîna mal wate (şikandina derî û pencereyên malên wan), ji aliyê hêzên ewlehî ve rûydaye û herwisa hêzên ewlehî keresteyên kesî yên 6 welatiyan digel xwe birine.

Herwisa hêzên ewlehî, 9 kes di dema binçavkirinê de dane ber lêdanê.

Nav û cihê binçavkirin û gazîkirina wan 91 kesan bi vî awayê ye:

Bajarê Bokan; 1-Ezîme Nasirî 2-Husên Gerdişî 3-Elî Zûlfî 4-Qadir Resûlpûr 5-Mihemed Hacîresûlpûr 6-Husên Mêhreban 7-Hêriş Resûlpûr 8-Fûad Mihemedpûr 9-Ferîba Ehmedî 10-Rojîn Mihemedpûr 11-Reşîd Ehmedî 12-Mihemedemîn Ehmedî 13-Riza Zendî 14-Mihemed Zendî 15-Ferhad Zendî 16-Mihyedîn Şame 17-Serdar Mihemedpûr 18-Hamid Resûlpûr 19-Eyûb Resûlpûr 20-Husên Resûlpûr 21-Îdrîs Hacîresûlpûr 22-Selah Hacîresûlpûr 23-Sîrvan Mihemedpûr, 24- Mistefa Îlxanîzade.

Mihabadê; 1-Derya Talibanî 2-Şepol Xizrî 3-Salar Rehewî 4-Efşîn Mamehmedî 5-Sîrvan Nûrî 6-Îman Ebdî 7-Ferzad Samanî (li bajarê Kerecê hatiye binçavkirin) 8-Hesen Ebdî 9-Soran Mihemedî 10-Soran Umerzade 11-Emîr Bayzîdîazer 12-Esrîn Mihemedî  (li bajarê Tehranê hatiye binçavkirin) û 13-Eresto Melarehîmî.

Rebet; 1-Behmen Yûsifzade 2-Fireydûn Mûsapûr 3-Ferhad Mûsapûr.

Pîranşehr; 1-Resûl Lawaze 2-Kerîm Xelîfanî 3-Hisamedîn Xizrî 4-Şoreş Ehmedî 5-Piştîwan Nebîzergeten 6-Rehman Deryazî 7-Selam Xelîfanî.

Nexede; 1-Rehman Îbrahîmî 2-Diyako Zerteştî 3-Talib Reyhanî 4-Reşîd Reyhanî .

Şino; 1-Cemal Qasimî 2-Cemal Nehalî 3-Seîd Loqman Tahirî 4-Xefûr Espendar 5-Şoreş Berhem 6-Cubrayîl Şeibanî.

Merîwan; 1-Dana Semedî 2-Zaniyar Muitemêdî 3-Karvan Mînûyî 4-Sîrvan Kerîmzade 5-Cebar Pîrozî 6-Karo Elîdad (hatiye gazîkirin) 7-Sûheyb Badrûc (li bajarê Kerecê hatiye binçavkirin) 8-Adil Perwaze 9-Selman Edway 10-Şêrko Paahû, 11-Ferzad Mihemedî (di Tehranê de hatiye girtin), 12- Hevjîna Ferzad Mihemedî (di Tehranê de hatiye girtin), 13- Mensûr Welîpûr.

Sewlava; 1-Selman Edwayî 2-Siyamek Edwayî 3-Ekrem Edwayî 4-Ferdîn Edwayî.

Sine; 1-Emîr Rizayî (hatiye gazîkirin) 2-Aman Muradiyan (hatiye gazîkirin) 3-Kamîl Nûrî (hatiye gazîkirin) 4-Aram Yûsifî 5-Ebdullah Asal 6-Cemîl Ehmediyan 7-Sîrvan Emînî.

Seqiz; 1-Eta (Şemal)Rehmanzade (bi danîna barimteyê hatibû azadkirin) 2-Efşîn Îlahî 3-Babek Babayî.

Kirmaşan; 1-Nesrîn Yezdanîpûr 2-Nazenîn Etabek 3-Melîhe Muradî (hatiye gazîkirin) 4-Semîra Ferehnakî (hatiye gazîkirin) 5-Îlham Yezdanîpûr (hatiye gazîkirin).

Ciwanro: 1- Seîd Qadirî

Pawe: Seîd Xalidî

Her di vê derheqê de;

Hêzên ewlehî givaş xistine ser malbata wan welatiyên ku hatinî binçavkirin û bi wan re gotiye ku li civînkirin digel medyayan derheq rewşa zarokên xwe, xwe biparêzin.

Bi liberçavgirtina givaşa navendên ewlehî bo ser malbatên wan welatiyên ku hatine binçavkirin li derheq nedana zanyarî li derheq binçavkirin û rewşa wan, hegera wê heye ku hejmara welatiyên binçavkirî ji 91 kesan zêdetir be.

Malbatên hejmarek ji welatiyên binçavkirî tevî nigeranînîşandan derheq qedera endamên malbatên xwe, bas ji bersivnedana navendên ewlehî û dezgeha qezayî derheq sedema binçavkirin û cihê ragirtina wan welatiyan dikin.

Herwisa dadsitanê wan bajarane bi malbata hejmarek ji welatiyên binçavkirî ku li hewla girtina parêzer bûne, ragihandiye ku heta bi dawîhatina heyama lêkolînê, hegera hatina parêzer bo nav dosiya wan welatiyane nîne”.

Amadekar: Evîn Mistefazade