Navê heşt Erebên tawanbar bi muharibe hate belavkirin

20:18 - 9 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî derbazkirina zêdetir ji 50 rojan bi ser destbiserkirina dehan çalakên Ereb di çendîn bajarên parêzgeha Xûzistanê de, navê heşt kes ji wan girtiyan, ji aliyê dadweriya hikûmeta Îranê ve, hate eşkereekirin, û tawana wan “miharibe” (dijatiya bi Xwedê re) hate ragehandin.

Li gor nûçeyên ku giheştine nûçegihaniya Kurdpa, roja 21’ê Çileya Pêşîn a îsal, hêzên Îtilaatê êrîş birine ser gundên bajarê Şûş û çend ciwanên Ereb yên vê derê binçav kirine.

Ev hemwelatiyên Ereb, ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve bi tawana dijayetî digel xwedê û destdirêjî bo ser binkeyên Aşûra ên herêma Sefîawa ya Dêzfûlê hatine biçavkirin.

Heta niha, çalakvanên sivîl û Mafên Mirov yên Ereb, navê 8 kesan eşkere kirine ku temenê hemûyan ji 32 saliyê kêmtir e.

Li gora raporên çalakvanên mafên mirov li Ehwazê, kesên binçavkirî ji serekîtirîn mafên girtiyan bo mînak pêwendiyên axavtina bi telefonê digel malbatên xwe û hebûna parêzer jî bê par kirine.
Herwiha ragehandine ku tu heya malbatan ji sedemên binçavkirina ciwanên xwe ji aliyê Hikûmetê ve nînin.

Ji aliyekî din ve, berpirsên Îtilaata parêzgeha Xûzistanê roja 2’ê vê mehê bi armanca dirustkirina dosiyê bo çalakvanên Ereb yên Ehwazê, piştî îşkencekirina “cismî û derûnî” ev neçarî îfadewergirtinê kirine.