Mirexesî bi hepsiyekî siyasî re hate danê

18:35 - 17 Îlon 2020

Îro Pêncşemî 27`ê Xermananê, “Mihemed Şerîfsalim”, hepsiyê siyasî yê Kurd ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate murexesiyê.

Di meha Gelawêj a îsal de, cezaya 3 sal hepsa te`izîrî a “Mihemed Şerîfsalim” bo salek û şeş meh hepsa te`izîrî hate kêmkirin.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Dize” ya ser bi devera Mirgewer a girêdayê bajarê “Urmiyê” ye û meha Banemer a îsal tûşî vîrosa Koronayê bibû û bo nexeşxaneya Taliqanî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi serokayetiya Dadwer “Elî Şêyxlû” bi 5 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi piştgirêdana madeya 499 a yasaya cezayên Îslamî, bi 5 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Cezaya 5 sal hepsa teizîrî ya wî welatiyê Kurd di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de, bi 3 sal hepsa te`izîrî hate kêmkirin û roja Yekşemî 8`ê Befranbara sala 1398`an, di girtîgehê de ew cezaye bi wî welatiyê re hate ragihandin.

“Mihemed Şerîfsalim” rêketa 1`ê Rezbera sala 1398`an, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û piştî çar rojan lêkolîn ji girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.