Mihemedsidîq Kebûdvend derbarê Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir

12:41 - 13 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Serokê girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Mihemedsidîq Kebûdvend, bi boneya 10`ê kanûnê, Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek nivîskî belav kir.


Kebûdvend dibêje : ``Hevweltiyên Îranê di heyamê desthilatdariya rejîma Tehranê negihane maf û azadiyên xwe.`` Serokê girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Mihemedsidîq Kebûdvend ku ji ber xebat û çaalakiyên wî yên mafê mirov cezayê 11 sal girtîgehê xwariye, doh bi boneya 10`ê kanûnê, Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir û balê dikşîne ser rewşa mafê mirovan li Îran û Kurdistanê jî. Di daxuyaniyê de hatiye : ``Ti kes nikare haşa ji vê yekê bike ku xelkê Îranê di heyamê wan sê dehsalên orî de ne tenê negihîştine maf û azadiyên xwe, belkî pirr zilm û zordarî dîtine û hatine çewaisandin.`` Mihemedsidîq Kebûdvend behsa vê yekê jî dike ku Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafê Mirovan a Navdewletî bi ti awayekê bikare bas ji rastiya çewisadin û azarên tex û qatên cor bi cor ên civaka Îranê mîna jin, ciwan, rewşenbîr, karker û grubên din bikee ku di heyamê desthilatdarya rejîma Îranê de maf û azadiyên wan hatine binpê û zevtkirin. Mihemedsidîq Kebûdvend wiha nivîsandiye : ``Bi baweriya min ger biryar be lidarvekirin, teror û kevirbaranê bên hemkûmkirin, pêwîste bê ti cudahiyek ev kar bê kirin.`` Serokê girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de daxwaz ji rejîma Îranê dike ku biryar û peymannameyên navdewletî û standardên cîhanî derbarê mafê mirvan biparêze û pêbendê wan be.