Mihemed Sedîq Kebûdwend renge bê emeliyatkirin

16:22 - 15 Nîsan 2012
Kurdpa: Dukturên nexweşxaneya Moderis bi Mihemed Sedîq Kebûdwend ragehandine ku renge li heftiya bê de, neştergeriya gorçik û pirostatê jêre bê kirin.

Mihemed Sedîq Kebûdwend li nav girtîgehê de bi malbata xwe ragehandiye ku heftiya bê, wê bête emeliyatkirin.

Mihemed Sedîq Kebûdwend berpirsê rêkxirawa Mafê Mirovan a Kurdistanê bi tawana propagendeya bi dijî nizama Îranê li roja 10’ê Pûşpera sala 1386 hate girtin, û piştî 7 mehan ragirtina li girtîgeha takekesî de bi 11 sal girtîgehê hate mehkumkirin. Niahî jî 5 sale ku girtîgeha xwe derbas dike. Navbirî heya niha jî îzna morexesiyê pê nehatiye dan.