Mahabad: Xwendekareka 17 salî ew 20 roj in winda kirine

16:07 - 29 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbasbûna 3 hefteyan bi ser çalakiyên nerazîbûnê yên Mahabadê û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê re, keçeke Kurd a Mahabadî hatiye winda kirin û hîna jî tu agahî ji çarenivîsa wê bi dest nekevtine.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurap, Lale Xoşnûd keça Rehman, xwendekara 17 salî a Mahabadî ye ku rojek piştî xwepêşandana wî bajarî hatiye windakirin.

Çavkaniyeke agah a nûçeyan ku xizmê Lale Xoşnûd e, di peywendiyeke telefonî ligel ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihand: Lale tenê xwendekarek bûye û tu têkiliyên wê bi xwepêşandanên Mahabadê re tune bûye.

Wî Xizmê keça ciwan, amaje bi wê yekê jî kir: Dibistana ku Laleyê hatin û çûyîna wê dikir, li ser rêya hotel Tara (ya ku di xwepêşandanê Mahabadê de agir pêkevt) bi cih bûye.

Heya niha malbata Lale Xoşnûd serdana hemû navendên ewlekarî û qezayî ên parêzgeha Urmiyeyê û bajarê Mahabadê kirine, lê tu agahî ji çarenivîsa keça xwe bidest nexistine.

Malbata wê keça ciwan herwiha diyar kirin ku mimikine ew ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatibe binçavkirin, lê navendên hikûmetî yên têkildarê wê pirsê naxwaz in rastiyan bi wan re eşkere bikin.

Peyamnêrê Kurdpa li Mahabadê tevî îşarekirin bi dilgiraniya Malbata Lale Xoşnûd, bilêv kir: Ew malbate ji navendên ewlekarî û qezayî bêhêvî bûne û ji windabûna keça xwe, hêzên ewlekarî ên hikûmetê berpirsyar dizanin.

Piştî windabûna Lale Xoşnûd, hejmarek çalakvanên sivil nameyek serokê parlamentoya Îranê re nivîsîn û ji dewletê xwestin ku pêdeçûna wê pirsgirêkê bê kirin.

Seher Seadetî, Riza Şerîfî Bokanî û Umîd Kerîmzade, ji wan kesane bûn ku nivîsîna nameyê tomar kirin.

Ji sibeha roja înê 8`ê Gulana 2015`an, binçavkirina hemwelatiyên Mahabadî ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ve, (bi awayekî sîstematîk) dest pêkir. Binçavkirina wan hemwelatiyan roja piştî çalakiyên nerazî bûnê yên bûyera diltezîn a mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî pêkhat.