Li welatê Îranê li 6 rojên borî de, 37 welatiyê kurd bi sêdarêdane

01:04 - 1 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: statîsîstîkên bi sêdaredana hevwelatiyan li girtîgehên Îranê li midê dewletdariya Hesen Rohanî de berwajiyê hiviya xelk ji dewleta navbirî, ber bi zêde kiriye.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li roja Şemî, 4ê Xezelwer heya îro, Pêncşemî, 9ê Xezelwer, bi gelemper 37 hevwelatiyên Kurd û Îranî li girtîgehên vî welatî de hatine sêdaredanê.

Ji gelempera wan 37 kesên ku li van 6 rojan de bi sêdarê hatî danê, 11 ji wan kesan welatiyên Kurd bûn ku, 2 ji wan kesan bi navên “ Hebîbullah Gulperî Pûr û Riza Ismaîlî” ji girtiyên siyasiyên Kurd bûn ku li girtîgehên Ormî û Selmasê , bi sêdarê hatibûn danê.

Her wisa gorekî statîstîkên tûmar kiri li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li despêka hatine ser karê Hesen Rohanî li 12ê heyva Gelawêjê heya îro, 9ê Xezelwer, gelemper 224 hevwelatiyên Îranî bi sêdarê dane ku ji 145 ji wan s]daredana li 2 heyvên despêka dewletdariya Rohanî de hatiye tûmar kirinê.

li despêka kar kirina Hesen Rohanî heya niha, îro Pêncşem, 9ê Heyva Xezelwera sala 1392a rojî, gelemper hukmê bi sêdaredana 28 welatiyên Kurd li girtîgehên welatê Îranê de hatine kirinê.