Li du rojan de 117 kes li Sûriyê de bûne qurbanî

14:23 - 10 Şibat 2012
Kurdpa: Bajarên cur bi cur ên Sûriyê berdewam şahidê kuştina hemwelatiyan in, û li wan du rojan de bi giştî 117 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ên Sûriyê ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Malpera “ Elerebiye Nêt”ê bilav kir ku li encama êrîşa hêzên leşkerî ên Beşar Esed bo ser serhildêran li taxê Baba Emr li bajarê Homsê de 31 kesan can da.

Li gorî hemen vê çavkaniyê bi sedema êrîşa bi top û xompareyan 20 avahî li Homsê de bi tewahî hatin kavil kirin, û li gorî gotina Xaça Sor ya wî welatî bi sedema rewşa aloz ya bajar wan nekarîye herne nav taxa Baba Emr de.

Ji bilî taxa Baba Emr, borduman li taxên: “Înşaat, Elxadiye, Elbiyaze, û Curelşeyax” de jî berdewam kiriye