Li bajarê Mihabadê Welatiyek Kurd hat Kuştin

13:24 - 27 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurdê xelkê bajarê Mihabadê çend rojan beriya niha bi sedemek nediyar li bajarê Mihabadê hat kuştin.

li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, welatiyek Kurd binavê “Hîwa Merûfî”ji aliyê kes yan kesên nenas kirî bi derbeya gulê li bajarê Mihabadê hat kuştin.

çavkaniyek haydar bi nûçegihaniya kurdpa,ê ragehan:Termê hemwelatiyê han çend rojan beriya niha li “Serdxaneya”bajarê Mihabadê hatiye ragirtin û heya niha cihê akincîbûna vî û kesûkarên vî nehatiye zanîn.

her wisa roja Sêşemiya heftiya bihurî li dawetekê de li meydana”Çar Çira”a bajar Mihabadê welatiyek din bi çeka Keleşînkofê hatiye kuştin.