Kolberekî Kurd di bajarê Urmiyê de hate binçavkirin

17:51 - 19 Tebax 2020

Roja Şemî 25`ê Gelawêj, kolberekî Kurd ê bi navê “Şehriyar Pûrelî” kurê “Îsfendiyar”, xelkê Dize ya ser bi devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hate binçavkirin.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hate binçavkirin û bo yek ji girtîgrhên hêzên leşkerî hate veguhastin.

Heya niha li tohmeta ku bi ser wî kolberê de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nînin.

Her di vê derheqê de, êvareya roja Şemî 25`ê Gelawêj, kolberekî Kurd ê bi navê “Selman Mehmûdiyan” kurê “Seîd” xelkê gundê “Şeqlava” a ser bi devera Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiyê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de hate birîndarkirin û sê kolberên din yên bi navên “Prewîz Mihemedî” kurê “Xalid”, “Samî Mihemedî” kurê “Feysel” û “Ceifer Mihemedî” kurê “Xelîl”  xelkê gundê “Bavan”, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatine binçavkirin.