Jinek li şarê Seqizê bû qurbaniyê teqîna mîn

21:38 - 19 Gulan 2013
Ajansa kurdpa: jinek xelkê şarê Seqiz li nêzîkî gundê “ Melqerenî” a vî şarî bi hegera teqîna mîn pêyik xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, ser êwara roja sêşem 28ê Banemer jinek bi navê “Hesîbê Said” xelkê şarê Seqiz, li çiyayê “ Xuretawe Gewre” nêzî vî şarî, bi hegera teqîna mîn pê xwe yê rast ji dest da.

Çavkaniyek agadar bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand, li çiyayê Xuretawî Gewre binkên hêzên sipaha pasdarên hukûmeta islamiya Îran hene û dor ê berên xwe mîn rêj kirine.

Her wisa slane jimarik berçav ji hevwelatiyên Kurd li herêmên Kurd rûniştiyên Îranê bi hegera teqîna mîn û paşmaya silahên kevne paygahên hukûmeta islamiya Îran, dibin gorî.