IŞKENCEYA GIRTIYÊN EREBE EHWAZÊ DIDOME

16:35 - 17 Tebax 2012
Ajansa Kurpda: Dewamkirina işkenceya li Girtîgehên Komara Islamî de, bûye sedema nîgeraniyên Welatiyên Ereb.

Çavkaniyên Mafên Mirovan li Ehwazê dan zanîn, 5 Girtiyên Girtîgeha “Karûn”ê, bi navên; “Haşim Şe’bazî Nijad ê Blog Nivîs û Helbestvan, Hadî Raşidî ê Mamustayê Waneya Şîmî, Mihemmed Elî Emûrî Nijad ê Blog Nivîs, Seyid Yabir Albuşke û Seyid Muxtar Albuşke”, ji aliyê Çiqa 2’ê a Dozgeha Inqilabê a Ehwazê ve bi Sûça dijîtî tewlî Xwedê, li hilkefta 6’ê Tebaxê ve radestî Girtîgeha Ittila’atê a Karûnê hatibûne kirin.

Du rojan beriya niha car din bo Girtîgeha Karûnê hatine veguhastin û seva işkenceyê, rewşa Hadî û Haşim ne baş e û ji halê xwe çone.

Ew hewlên hovane di demehê de ne ko Dosyeyên wan bi henceta pêdeçonê, bo Dîwana Bilin a Îranê hatiye şandin.

Piştî Sepandina Hukma bi darvekirinê, Xelkên “Xelf Abad”ê nerazîtiya xwe li hember wê karê Komara Islamiya Îranê nîşan dane.

Mamusta, Rojinbîr, Helbestvan û Çelengên Sivîle wê bajarê, dijîtî tev wê hukmê kirine.

Zêdebarî tekeziya ji aliyê Saziyên Navdewletî, Çavdêrên Mafên Mirovan, Parlemênta Evropa, û Almanê ve seva giringîdan bi mafên Mirovan, Dozgeha Hukûemta Tehranê binpêkirina Mafên Mirovan dimeşîne.