ÎDAMA 2 WELATIYÊN KURD LI NEQEDÊ

21:20 - 2 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurde xelkên Şinoyê li Girtîgeha Neqedê a Kurdistana Îranê hatine daleqandin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, “Ehmed Ezîziyan kurê Hacî xelkê gundê Eynerom a Deşte Bêla Şinoyê û Samî Ebbas Pûr kurê Husên û xelkê gundê Sîlana Heman Herêmê” di roja 1’ê Îlonê de li Girtîgeha Neqedeyê hatine bi darvekirin.

Heya niha sedema Îdamkirina wan Du welatiyên Kurd ji aliyê Navendên pêwendîdar ve nehatiye ragîhandin.

Di Heyva bihorî de Şîpelek nû ji Îdama welatiyên Kurd di Girtîgehên Kurdistan û Îranê de dest pê kiriye.