Husên Sa`idî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:48 - 17 Kanûna Paşîn 2022

Roja Şemî 25ê Befranbarê, “Husên Sa`idî”, welatiyê xelkê bajarê Sonqor ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkrin.

Nûçegihaniya “Hêrana” di vê derheqê de ragihandiye: “Hêzên ewlehî dane zanîn ku navbirî bi tohmeta “bêrêzî bi pîroziyan” li ser torên civakî ew binçav kirine. Piştî piştrastkirina tohmeta “Husên Sa`idî” di dadseraya giştî û Şoreşî ya wî bajarî de, bo girtîgeha Sonqor hatiye veguhastin.

Dadsitana Giştî û Şoreşî ya bajarê Sonqorê jî li hevpeyvînekê digel yek ji medyayên xwecehî nûçeya tohmetên sepandî li dijî wî welatiyê yên wek “bêrêzî bi pîroziyan û pêxemberê Îslamê” ji rêya belavkirina nivîsekê li ser torên civakî piştrast kirirye.

“Husên Sa`idî”, welatiyê temen 50 salî û xelkê bajarê Sonqor ji werzişvanên çalak li beşa revîn û çiyavaniya wî bajarî ye.