Hêzên rejîma Îranê hemwelatiyekî Kurd birîndar kirin

15:05 - 29 Hezîran 2012
Kurdpa: Hemwelatiyekî xelkê Bane li sînorê li sînorê Hengejall ya vî bajarî bi teqeya hêza întizamî a hikumeta Îslamiya Îranê hate birîndar kirin

Li gorî ajansa nûçegihaniya Kurdpa Mihemed Hacî Ehmedî hemwelatiyekî Kurd xelkê gundê Xoryawa ya Bane, roja çarşrmiyê li navçeya sînoriya Hengejall li ser sînorê Bane ji aliyê hêzên Întizamî ên hikumeta îslamiya Îranê ve kete ber desrêjê û birîndar bû.

Ew hemwelatiyê birîndar paştir ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Bane hate veguhastin.

Li gorî serjimêriyên nawenda amarên ajansa nûçegihaniya Kurdpa li destpêka sala 1391 pêde li herêmên Kurdakincî 11 kolber bûne qurbanî ku heft kes bi teqeya rasterast ya hêzên rejîma Îranê hatin kuştin. Kolberek li ber sirr û seqemê canê xwe ji dest da, sê kes ketin ser mayînên veşartî û heşt kesên din jî birîndar bûn.