Hêzên milîtarî li herêma Bayingan bûne sebebê mirina hevwelatiyek kurd

12:15 - 13 Şibat 2013
Ajansa kurdpa: hevwelatiyek Kurd bi sedema azar û eziyeta hêzên asayişa dewleta Îslamiya Îranê canê xwe ji dest da.

Gorek nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya kurdpa, roja yek şem 22ê Rêbendanê hêzên asayişa nawça Bayingan, hevwelatiyek bi navê Ewdilqadir Eşderî kurê Hecî Ewdilrehîm bi şika hebûna tiştên qaçax hat girtin û paş çend saet azad kirin.

Kesek nêzîk bi binemala Eşderî bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand: ev hevwelatiya ku paş girtinê ji aliyê hêzên asayişa pasgaha Drolê bi dujwarî hatibû îşkence kirin û paşî demek hatibû berdan ku bi hegera trîtiya hewa û êş û azara ku dîtibû rê lê enda bibû û li ciyek bi navê Kilkekey şerge li nêzûkî gundê Kanî Salar kete naw ava yekek ji çemên wê nawçê û xendiqî. Termê vê hevwelatiyê 35 salî li gundê Banewere ser bi şarê Pawê sipartin erdê

Gundên Dirole û Kanî Salar li nawça serhedê parêzgeha Kirmanşan û herêma Kurdistan de ye û pitira rûniştiyên wan gundane bi xwedî kirina terş derbas dikin û heyamên germiyan û zozan de serdana her du rûkarên serhed dikin

Her wisa çend rojên borî de li nawçên serhedên Banê 4 kolberên kurd ji naliyê hêzên asayişa dewleta islamiya Îranê paş girtina wan , ew bi dest û pê yên girêdayî li çiyayê Sûr kêw de vire dabûn xarê û li axir de 3 kes canê xwe ji dest dabûn.