Hêzên milîtarî li dewera Çaldiran Kolberik Kurd kuştin

20:03 - 18 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Klberik Kurd ji xelkê yekik ji gundên dewera Çaldiran, bi şêlikiya resterasta hêzên milîtarên hukûmeta islamiya îranê hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; selahedîn Birûkî, 28 salî, kurê Îsa, ji xelkê gundê Nawer a şarê Çaldiran ku bo berev kirina pêjîna jiyana xwe, Kolberî kiribû, ji aliyê hêzên milîtarên hukûmeta islamiya îranê de can jê hate sitandin.

Ev Kolberê kurd, xwedî jin û zaroke û babê zarokik 3 salî bû, ku li dema zivirandin ji ser sînor de, ketoye ber gulleyên hêzên milîtaî û bûye sedema can ji dest dana vî.

Dujwariya jiyan û dahata kêm li herêmên Kurdistaniyên Îranê li wan 2 salên borî de, gihîştiye asta here bilinda xwe û hejmarik zor ji welatiyan bi neçarî û heya li dema befir û bageran de jî rû bi Kolberiya ser sînoran dikin ku, pitir caran tûşî qerisîn, reniya befrê û şêlikiya hêzên milîtarî û mînên hatî danîn ser sînoran dibin û canê xwe ji dest didin.

Hukûmeta islamiya Îranê li vî mideyî de, bi cê afirandina derfeta kar û çê kirina projeyik, ku bibe serekaniyik bo dahata xelkên ser sînoran, tinê bi fikra kuştina kolberên ser sînoran de bûye ku gorekî van nûçên ku bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa gihîştine, pitira wan Kolberan ku bi destê hêzên milîtarên hukûmeta islamiya Îranê hatine kuştin, xwedî jin û mal bûne.