Hemû Endamên Şêvra Bajarê Ruwanserê Li Ser Kar Hatin Vêdedan

12:21 - 17 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Hemû endamên Şêvra bajarê Ruwanserê bi sedema gendeliya 1 milyard tûmenî li ser kar hatin vêdedan.

Pêka nûçeya gihîştî bi destê Ajansa Kurdpa, Fermanderê bajarê Ruwanserê ji endamên Şêvra vî bajarê re ragihandiye ku niha pê de ne xwedî ew maf in ku herin ser karên xwe.

Şeş Endamên Şêvra bajarê Ruwanserê bi tawana dana çend parçe erdek bi nirxa yek milyardtûmenan, bi xizm û kes û karên xwe, hatin destbiserkirin û piştre bi dana rehînê hatin azadkirin.
Heta devra din ya hilbijartina Şêvra Bajaran, fermanderî û bajêrvaniya bajarê Ruwanserê bi awayek hevpar dê erkên şêvrê bajar birêve bibin.

Ev şeş endamîn Şêvra bajarê Ruwanserê ew parçe erd dabûn 15 kes ji xizmên xwe.