Heftemîn Endamê Yekitiya Demokrat Ya Xwendekarên Kurd Hat Destbiserkirin

19:58 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Endamê berê yê Komîteya Lêkolîn a Yekitiya Demokrat a Xwendekarên Kurd, 2 rojan beriya niha ji aliyê hêzên dezgeha ewlekariya hikûmeta Îranê li bajarê Sine hat destbiserkirin.


Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, Arman Zemanî roja înê rêkevta 11.11.2011-an ji aliyê berpirsên Îtilaata Îranê ve har destbiserkirin.

Heta niha dezgeha ewlekarî û dadwerî ên bajarê Sine, sedema girtina navbirî îlan nekirine.
Arman Zemanî endamê berê yê Yekitiya Demokrat a Xwendekarên Kurd û endamê Kanûna Hejan a zanîngeha Kurdistanê û herwiha qebûlbûyê beşa karnasiya elektirîkê ya zanîngeha Kurdistanê ye.

Arman Zemanî heftemîn endamê Yekityia Xwendekarên Kurd e ku li heyamê 2 mehên derbazbûyî de hatiye destbiserkirin.

Esed Baqirî û Rehîm Bacwer du endamên din ên vê yekitiyê ne ku heta niha di girtîgeha Îdareya Îtilaatê de hatine binçavkirin.

Mehdî Doago, Soran Danişwer, Mîlad Kerîmî, Şîrzad Kerîmî ji endamên din ên yekitiya xwendekarên Demokrat ên Kurd in ku berê hatibûn destbiserkirin û bi danîna rehînê bi awayek demkî hatin azadkirin.