Gef û hereşeya hêzên Îttlatî ji çalakên Çandî yên bajarê Serdeştê

13:32 - 26 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Çalakek çandî yê xelkê bajarê Serdeştê ku akiciyê derveyî welate,ji aliyê hêzên Îttlatî gefa bilav kirina fîlma danpêdanên wî tê kirin.

Mihemed Efendî Çalakvanê Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê di hevpeyvînek telefonî de tevî ajansa kurdpa bilav kir: Hêzên Îttlatî bi yek ji nêzîkên malbata me ragehandine , eger Mihemed tevî her yek ji mêdyayên derveyî welat qise bike, emê fîlma wî ya danpêdanan bilav bikin.

Mihemed Efendî ku seva çalakiyên Çandî ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatibû girtin û heyamekê di girtîgeha Îttlatê de hatibû ragirtin, ji aliyê hêzên Îttlatî bi gefa hek kirina Emaylên wî, neçar kiribûn ku wan boxtanan qebûl bike û li heman demê de fîlm jê hatibû girtin.

Mihemed Efendî heyamekê beriya niha seva çelengiyên xwe yên Jînge parêziyê hatibû girtin û piştre li zîndanê hatibû azad kirin û her seba zext û giwaşan bi neçarî ji welat hatibû derê.

Mihemed Efendî naskirî bi Rêbwar Agirîn li bajarê Serdeştê ji dayik bûye û endamê encumena wêjeyî ya bajarê Serdeştê û rêkxistina Ciwanên Tîroj û her wisa çalakek jînge parêz bû.