17ê Xermanana 1405an a Rojî Du roj piştî binçavkirina bereday a "Êlham Elîzade", welatiyek Kurd a xelkê Mihabadê, û veguhestina wê bo yek ji navendên ragirtina ewlehiyê yên Urmiyê, tu agahî li derheq çarenivîsa wê tune û ew ji mafê hebûna parêzer û mafê serdan û têkiliya bi malbata xwe re bêpar e.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û ji Kurdpa re got: Roja Yekşemê, 15ê Xermanana 1405an a Rojî, "Êlham Elîzade", keça Omer, jineke Kurd a temen 30 salî xelkê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di êrîşkirina li ser mala wê de bêyî biryara dadgehê hate binçavkirin û dûv re ji bo yek ji navendên ragirtina ewlehiyê yên Urmiyê li cihekî ne diyar hate veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina vî welatiyê Kurd nayên zanîn, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Mahabad; 2 roj binçavkirin û piştî veguhestina wê bo navenda ragirtina ewlehiyê ya Urmiyê, tu nûçeyek li derheq Êlham Elîzade de tune





