18ê Xermanana 1405an a Rojî Piştî 27 rojan ji binçavkirina bereday ya "Meryem Moradiyan" û "Sirûş Hemîdî", du hevjînên Kurd yên xelkê Dîwandere, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wan tune ye, di heman demê de ew ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re bêpar in.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û got ku tevî şopandina dubare ji hêla malbata wan hevjînan ve, ew hîn jî li cîhek nediyar têne ragirtin û tu agahî li derheq çarenivîsa wan tune.
Di 23ê Gelawêja 1405an a Rojî de, Meryem Moradiyan, Sirûş Hemîdî û zaroka wan a temen 16 salî bi navê Kurdiya Hemîdî, xelkê gundê Zeferava ya ser bi bajarê Dîwandere, bêyî belgeya dadgehê li yek ji gundên Dîwandere ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar. zaroka vê malbatê piştî çar rojan hate berdan, lê dê û bavê wê hîn jî di bin çavdêriyê de ne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derheq sebeba binçavkirina van hevjînên Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane. Meryem Moradiyan û Sirûş Hemîdî ji mafê hebûna parêzer û mafê hevdîtin û têkiliyê bi malbata xwe re jî bêpar in.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Dîwandere; 27 roj binçakirin û nebûna agahiya tevav li derheq çarenivîsa du ciwanên Kurd, Meryem Moradiyan û Sirûş Hemîdî





