Du welatiyên Kurd li bajarên Dîwandere û Merîwanê hatine binçavkirin

12:57 - 31 Çirriya pêşîn 2020

Roja Çarşemî 7ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Eyûb Aqarizayî” ê xelkê bajarê “Dîwanderê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.

Hêzên ewlehî li nêz cihê karkirina wî, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyek yasayî binçav kirine.

Heta dema  belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina ew welatiyê Kurd ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Ji aliyek din, roja Duşemî 5ê Xezelwerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Muhsên Edak” xelkê gundê “Silên” ê ser bi devera Hewramanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li bajarê Merîwanê hate binçavkirin û  bo cihek nediyar hate veguhastin.

Tevî lipeyketina malbata wan welatiyên Kurd bo agehdarbûna ji çarenivîs û tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.