Du welatiyên Kurd li bajarê Seqizê hatine binçavkirin

17:41 - 6 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 14`ê Sermawezê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Mihemed Fedevî” 23 salî kurê “Ebdullah” û “Rehmetullah Salihiyan Yazîbulaxî” 34 salî kurê “Mihemed” xelkê gundê “Milqerenî”ê ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 14`ê Sermawezê, welatiyek Kurd bi navê “Zanko Mes`ûdî” temen 22 salî kurê “Resûl”û xelkê gundê “Milqerenî” ê ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.