Du kolberên Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

12:30 - 9 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Serdeştê bi sedema teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine birîndaerkirin û bo navenda dermanî ya herêma Kurdistanê hatine veguhastin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Pişder” desteyek ji kolberên Kurd kirine armancê xwe, û di encama teqeya rasterast ya hêzên leşkerî, du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Serdeştê hatine birîndarkirin.

Ew du klberê Kurd roja Şemî 18`ê Xezelwerê, hatine birîndarkirin û bo tedaviya pizîşkî, bo navenda dermanî ya “Şehîdan” a bajarê Qeladizê ya ser bi Başûrê Kurdistanê hatine veguhastin.

Osman Ehmedî, birêveberê Navenda Dermanî ya “Şehîdan” a bajarê Qeladizê li civînekê digel rojnamevanên herêma Kurdistanê, nasnama wan du kolberên ku hatine birîndarkirin bi navên “Siyamend Mihemde Ebdulah” yê temen 19 salî, û “Sîrwan Husên Ebdulah” yê temen 25 salî daye zanîn.

Ev du kolberên Kurd yên xelkê gundê “Sawan” a ser bi bajarê Serdeştê ne.

Ew du kolberên Kurd, niha di navenda dermanî ya “Şehîdan” ya bajarê Qeladizê ya herêma Kurdistanê de ne, û hatine razandin û qirar wisaye bêne emelkirin.