Du ciwanên kurd hatine desteserkirin

15:49 - 2 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd ên xelkê gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatine desteserkirin, û heya niha jî bê serûşûnin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê, roja Sêşemî 5`ê Xermanan, hêzên kinc şexsî, êrîş kirine ser gundê “Nê” û “Karo Kawe” temen 25 salî, kurê “ Ebdûla” di dema karê çandinî de desteserkirine û bo ciheke nexûya veguhastine.

Herwisa ciwanekî din ê wî gundî bi navê “Sîna Casid” temen 19 salî û kurê “Salar” di nav bajarê Merîwanê de, ji aliyê kesên nenaskirî ve hatiye revandin û heya niha tu zanyariyek ji malbata wî re nedane.

Her di vê pêwendiyê de, du welatiyên din, ên xelkê gundê “Nê” ên bi navên “Aram Nîk Pey” û “Ebdûla Biştam” ku heftiya derbasbûyî hatibûne desteserkirin, û bo îdareya îtla`ata bajarê Sine veguhastin.