Dana Lencabadî bi girtîgeha Merîwanê hate raguhastin

18:59 - 27 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Dana Lencabadî, paşî 1 heyv girtin li girtîgeha dezgeha ewlehiya Sinê, raguhastiyê girtîgeha şarê Merîwanê kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Çarşem, 7ê Reşemê(26 February 2014), dana Lencabadî, xebatkarê xwendekarê Kurd ji xelkê şarê Merîwan, ji aliyê hêzên asayişê de, bi girtîgeha şarê Merîwanê hate raguhastin.

\"18497.jpg\"
Dana Lecabadî(Lencavayî), xebatkarê xwendekarî, ji aliyê hêzên asayişê de bi girtîgeha şarê Merîwanê hate raguhastin
Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; midê hewsa vî endamê encumena Sewza Çiyayê Merîwan, 1 heyva din dirêj kirin.

Ew serekanî ew jî got: roja borî de malbata Dana Lencabadî, bi amanca dîtina kuê xwe, serdana girtîgeha şarê Merîwanê kiribûn, lê ajanên vê girtîgehê, derfeta hevdîtinê bi wan nedabûn.

Ev endamê civîna Keska çiyayê Merîwan, li 6ê Rêbendana îsal de, paşî 1 roj ji girtinê, ji aliyê ajanên ewlehiyê bi şarê Sinê hatibû raguhastin.