Çarenûsa welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Makoyê piştî 4 mehan hêj nexuyaye

16:23 - 23 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê herêma Makoyê, heymê 4 mehane ku ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatiye binçav kirin û çarenûsa wî nediyare.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, welatiyek Kurd yê binavê “Elî Sakan” kurê Ehmed û xelkê gundê “Girik”a ser bi bajarê Makoyê piştî 4 mehan ji binçav kirina wî, hêj çi nûçeyek li ser cihê ragirtin û çarenûs û rewşa saxlemiya wî li berdest da nine.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal de heya niha 58 welatiyên Kurd bi sedemên cûr bi cûr ji aliyê hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hatine girtin.

Amara han bi piştgirêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û bi berçav girtina rewşa ewlehiya bajar û gundên Kurdistana Îranê û nebûna azadiya çapemeniyê li ser doza girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê, dibe ku amara rastîn li vê hindê pitir be.