Çarenûsa sê girtiyên Kurd nediyare

22:56 - 13 Gulan 2012
Kurdpa: Cemîl Bariz, Şahid Behramî, û Aso Mîrzayî li 8Çê Coizerdanasala 1387 hatine girtin û heya niha jî ji çarenûsa wan tu xeberek li ber dest nine.

Çalakên warê mafê mirovan û demokrasiya li Îranê de ragehandie ku li gorî gotina malbata wan her sê girtiyan heya niha jî ne zelal e, eva jî serbarê vê ku heya niha me gellek caran serdana nawendên ewlehiyê kirine.

Li gorî zanyariyan wan her sê hemwelatiyan li encama zext û zoriyên hikumeta Îranê welat bi cih hêlabûn, lê piştî vegeriyana wan sê hemwelatiyan carek din ketin jêr zextê, û piştre hatin girtin.