Bajarê Kerkûkê hejiya

12:46 - 17 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Zincîrek teqînên li pey hevdû bajarê Kerkûkê hejand û li gor amarên destpekê heya niha 63 kes bûne qurbanî.Çavkaniyek ji rêveberiya polîsê Kerkûkê bo malpera Xendan ragihand ku, îşev zincîrek teqînan bajarê Kerkûk`ê hejand û di encam de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Çavkaniya polîsê Kerkûkê got: Tevaya teqîn bi rêya bombeyên çandî li deverên cûre cûr yên wî bajarî hatine encamdan. Amaje bi wê yekê kir ku 3 bombeyên çandî li nêzî Husêniye a Îmam Elî li taxa Qesabxaneyê teqiyane ku akinciyên wê deverê Kurd û Turkmen in.

Her weha got: Piştre bombeyek li nêzî Husêniye Zehra li taxa Wasit teqiyaye û 2 bombe jî li taxa Tisîn teqiyaye û yek ji wan jî li nêzî kenalek a televizyonê bû. Navbirî diyar kir ku, bombeyek li nêzî mala efserekî rêveberiya polîsê Kerkûkê teqiyaye.

Li gor amara serokatiya tendirustiya Kerkûkê, di encama tevaya teqînan de 5 kes hatine kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûne.