3’ Xwendekarên Zanîngeha “Peyama Nûr”a bajarê Merîwanê jibo Zanîngeha Sinê hatin dûr xistin

14:48 - 12 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: 3’ê xwendekarên zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Merîwanê bi biryara wizareta Îttlat a dewleta Îranê jibo dirêje dan bi xwendinê jibo zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Sinê hatin dûr xistin.


Nûçegihanê kurdpa li bajarêMerîwanê jibilî piştrast kirina nûçeyê, got:Ezîz Tazîk xwendekarê zanistên civakî û endamê desteya birêveber a nawenda ferhengî û hunerî a “Wejîn”li gel “dana Lencawî”xwendekarê mihendisiya “Êkonomîya Çandiniyê”û “Jîyar Selametiyan” xwendekarê “Maf” jibo zanistgeha Sinê hatine dûr xistin.

\"11070.jpg\"
Ew Sê çalake ji aliyê Komîteya êzibatî a zanîngeha “Peyama Nûr”a Merîwanê hatine haydar kirin ku pêka biryara rasterast a wizareta Îttlat divê li zanîngeha “Peyama Nûr”a bajarê Sinê dirêjiyê bidin xwendinê.

Di heman demê de ew çalakê xwendekarî ragehand, heta wê demê ku li dadgehekî dadperwerane da bi tawanek diyarî kirî nehên dadgayî kirin,em gohê xwe nadin vê biryarê.

Ew çalakên xwendekarî li heyamê çend salên bihorî de berdewam ji aliyê nawendên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê tên gazî krin û lêpirsîn ji wan hatiye kirin.

\"11071.jpg\"
Her wiha li heyamê çend mehên bihorî de piştî girtina 5 çelengên xwendekarî li bajarê Merîwanê, dana Lencawayî li gel Şaho Memudî ji aliyê Îdarya Îttlat a wî bajarî hatin gazî kirin û bo heyamê çend demjimêran lêpirsîn ji wan hatibû kirin.

Berê jî dana Lencawayî seva çalakiyên xwe li meha Gulan a sala 2011’an ji aliyê dadgeha Şoriş a bajarê Merîwanê bi 5’salan zîndana telîqî hatibû mehkûm kirin.

Her div ê pêywendiyê de roja 30’ê Çileya Plşîn a 2013’an Hîwa Tase xwendekarê Kurd ê zanîngeha “Elamê TebaTebayî”a bajarê Tehranê raste rast ji aliyê Îdareya Îttalta a bajarê Teharnê li xwendinê hatibû bêpar kirin.